Kurdistan
Li Rojhilatê Kurdistanê 2 fermandar û pasdarekî Îranê hatin kustin
PeyamaKurd – Medya Îranê ragihandiya ku li Serdeştê 3 Pasdarên pasevanên parastina sînoran hatine kuştin. Li gorî agahiyan di şerê ku li devera Gorîlke ya Serdeştê rû daye de, fermandarekî artêşa Îranê bi navê Teqî Behrewer (xelkê bajarê Meraxê), efserek bi navê Hadî Ebdî (xelkê bajarê Miyandavê) û serbazekî bi navê Elîriza Îslamdûst (xelkê bajarê Tewrêzê) hatine kuştin.
Li gorî ragihandina ajansa Tesnîm ya bi ser Supaya Pasdarên Îranê ve jî şeva borî di encama şer û pevçûnên hêzên parêzvanên sînorên Îranê û komeke çekdaran de, 3 parêzvanên sînoran hatin kuştin.
Ajansa Îranî ev rûdan wekî şerê komek 'çete' û hêzên îranî nîşan daye, lê hîn nehatiye zanîn bê koma çekdar a şerê pasdaran kiriye, kîjan kom û rêxistina li Rojhilatê Kurdistanê ye.