Li Rojhilatê Kurdistanê 560 kes ji ber koronayê mirine
PeyamaKurd - Li gorî daneyên fermî yên hikûmeta Îranê, heta niha 560 kes li 5 parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê bi sedema vîrusa koronayê (Covid-19) jiayan xwe ji dest dane û hejmara tûşbûyên vîrusê jî gihiştiye 8576 kesan.
Li gorî amarên fermî hejmara kesên li Îranê bi koronayê jiyana xwe ji dest dane gihiştiye 6 hezar û 277 kesan, herwiha hejmara kesên tûşbûyî jî gihiştiye 98 hezar û 647 kesan.
Wezareta Tendirustiyê ya Îranê dibêje, 79 hezar û 397 nexweşên koronayê li wî welatî baş bûne û tendirustiya 2 hezar û 676 kesan jî nebaş e. Her li Loristanê 1 hezar û 936 kes jî bi vê vîrusê ketine û ji wê hejmarê jî 1 hezar û 784 kes baş bûne.
Li Parêzgeha Sine 144 haletên nû yên pêketina bi vîrusa Covid-19 hatine tomarkirin û hejmara giştî ya pêketiyên vîrusê li vê parêzgehê gihîşte 1 hezar û 599 kesan. Her li parêzgeha Sineyê 124 kesan heta niha bi sedema tûşbûna bi vê vîrusê jiyana xwe ji dest dane û 834 kes jî baş bûne.
Rewşa parêzgeha Urmiyê li Rojhilatê Kurdistanê ji parêzgehên din xirabtir e. Li vê parêzgehê herî dawî 44 kesên din bi koronayê ketine û hejmara giştî ya tûşbûyan bo 2 hezar û 963 kesan bilind bûye. Li gor amaran, li Urmiyê heta niha 172 kesan jiyana xwe ji dest dane û 1 hezar û 450 kes jî baş bûne.
Herwiha li parêzgeha Kirmaşanê herî dawî 2 kesên din bi sedema koronayê jiyana xwe ji dest dane û hejmara giştî ya qurbaniyan li vê parêzgehê gihîşte 80 kesan. Li Kirmaşanê di 24 demjimêrên derbasbûyî de 40 kes jî tûşî vîrusê bûne û hejmara tûşbûyan gihîşte 1 hezar û 531 kesan. Li vê parêzgehê heta niha 296 kes baş bûne.
Di 24 saetên borî de li Îlamê jî 11 haletên nû yên pêketina bi koronayê hatine tomarkirin û bi vê yekê hejmara tûşbûyan gihîşte 547 kesan.Li Îlamê ji duh ve heta îro ti kes bi sedema vîrusa COVID-19 nemirine û hejmara qurbaniyan her di asta 54 kesan de ma. Herwiha li vê parêzgehê heta niha 350 kes ji nexweşên koronayê jî baş bûne.