Li Rojhilatê Kurdistanê bi dehan hektar daristan hatin sewitandin
PeyamaKurd – Di çend rojên dawî de, li parêzgeha Kirmaşan a Rojhilatê Kurdistanê, bi dehan hektar daristan hatin şewitandin.
Li gorî zanyariyên komeleyên jîngehparêziyê di berdewamiya agirberdana daristanên Rojhilatê Kurdistanê de, bi dehan hektar ji daristanên Dalahû yên bajaroka Kirind a li parêzgeha Kirmaşanê, ji aliyê dijminên jîngehê ve hatine şewitandin.
Jîngehparêzan daye xuyakirin ku, bi awayê bi zanebûn hatine agir berdane daristanan û tenê li devera Qerawîz zêdetirî 40 hektar daristan şewitîne.
Li gorî agahiyên jîngehparêzan deverên hatine şewitandin wiha ne: “Birewend, Hokanî, Sofîrend, Navdar, Qerawîz, Bizmîrava, pişta tenga Zehaw, Camulk û Bîwenîj”.
Hêjayî bibîrxistine ye jîngeparêz bi derftenên xwe hewl didin agir vemirînin ji ber ku saziyên dewletê heta niha ji bo rawestandina şewatan ti alîkariyek ji xelkê herêmê re nekirine.