Li Rojhilatê Kurdistanê du bajarên ketin karantîneya koronayê
PeyamaKurd - Parêzgariya Kirmaşanê ragihand ku 2 bajarên din ji ber belavbûna zêde ya vîrusa koronayê di bin metirsiyeke zêde de ne û xistine karantîneyê.
Heta niha 5 bajarokên parêzgeha Kirmanşanê ketine karantîneya koronayê ku rewşa Ciwanro û Giyalanê gelek xirab hatiye ragihandin û bajarên Hersîn, Giyelan, Îslamava, Ciwanro û Pawe yên parêzgeha Kirmaşanê jî karantîneya wan dewam dike.
Li gorî amarên fermî heta niha li parêzgeha Kirmanşan a Rojhilatê Kurdistanê 800 kesan ji koronayê jiyana xwe ji dest daye.
Li parêzgeha Urmiyê jî bajarên Mehabad, Pîranşar û Mako, li parêzgeha Sine, Bane û Bîcar, li parêzgeha Îlamê jî Eywan û Dereşar di nav lîsta bajarên pir-metirsî yên koronayê de ne ku hatiye ragihandin ku li wan bajaran bazar, cihên giştî û çend cihên din bêne daxistin û bajar bikevin karantîneyê.