TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Rûbarokê serbazekî artêsa Tirkiyê hat kustin

📅 25 gulan 2019 16:40

PeyamaKurd - Li devera Rûbarok ya Colemêrgê di şerekî di navbera PKK û hêzên artêşa Tirkiyê de serbazekî tirk hat kuştin.

Li gorî medyaya Tirkiyê, duh (24.05.2019) çekdarên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) bi topên hawanê êrişî baregeha hêzên Tirkiyê li devera Rûbarok ya Colemêrgê kirin.

Li gorî zanyariyan berdest, di encama wê êrişê de serbazekî artêşa tirk yê bi navê Mehmet Koklu hat kuştin.

Hat gotin ku serbazê ku hatiye kuştin, xelkê bajarê Yozgatê yê Tirkiyê bûye.

Parve bike: