TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Selahedînê 5 jinên DAISê hatin desteserkirin

Admin H
Nivîskar
📅 31 rêbendan 2021 18:27

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku hêzên Iraqê 5 jin bi tometa endambûna rêxistina terorîst DAIŞê ve girtin.

Fermandariya Firqeya Destwerdana Bilez a Artêşa Iraqê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand, 5 jin li bajarê Silêman Beg ê li rojhilatê parêzgeha Selahedînê hatine girtin.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin, ew 5 jin li gorî yasaya terorê hatine girtin û piştî girtinê jî li xwe mikur hatine ku endmên DAIŞê ne.

Parve bike: