TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Semsûrê 5 kes hatin zîndanîkirin

Admin M
Nivîskar
📅 11 hezîran 2020 01:53

PeyamaKurd- Li bakûrê Kurdistanê li bajarê Semsûrê bi sedema ku delegeyên Kongre ya Civaka Demokratîk (DTK) ne, kesên ku hatibûn binçavkirin, di nava wan de rêvebirên rêxistinên qanûnî û sendîkayan hene, ji wan 5 kes hatin zîndanîkirin.

Di 5 ê hezîranê de polîs operasyonan kiribû û avêtibû ser gelek malan, di encamê de gelek kesan girtibûn binçav. Di nav wan de Celal Demirci, Ebru Güngör Çul, Abuzer Küçükkelepçe, Rıza Açıkpayam, Ayşegül Yücetaş hene ku wan derxistin dadgehê û her 5 hatin zîndanîkirin.

Parve bike: