TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Semsûrê agir bi konan ket: Gelek çadirên mexdûrên erdhejê sewitîn

Admin H
Nivîskar
📅 07 hezîran 2023 20:38

PeyamaKurd – Li bajarê Semsûrê yê Bakurê Kurdistanê, îro 7ê Hezîranê piştî nîvro agir bi konên mexdûrên erdhejê ket û tîmên îtfaîye ji bo vemirandina agir çûn cihê bûyerê.

Hat ragihandin ku li nav Parka Egriçay a navenda Semsûrê ku konên mexdûrên erdhejên 6ê Sibatê hatine danîn, ji ber sedemeke nehatiye zanîn şewat derket.

Li gorî zanyariyan agir li nav çadirên derdorê jî belav bûye û hejmarek konên ku mexdûrên erdhejê di wan de diman, bi temamî şewitî ne.

 Hat zanîn ku di encama şewatê de, tenê ziyanên madî çêbûne û ti kes birîndar nebûye. Piştî şewatê lêpirsîn hate destpêkirin.

Parve bike: