TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Semsûrê di qezayê de 4 kes mirin û 3 kes birîndar bûn

Admin M
Nivîskar
📅 17 tebax 2023 00:27

PeyamaKurd – Di navbera bajarê Semsûrê (Adıyaman) û navça Gölbaşiyê de, di km ya 40an de du erebe li hev ketin û di encamê de 4 kes mirin û 3 kes birîndar bûn.

Di qezayê de Eren Eken, Sefa Eken, Cansu Eken (bebeka 2 mehî) û Cansu Güler di erebê de asê man û can dan. Ramzan Çelik, Huseyin Avni Doruk û kesekî ku navê wî nehat zanîn birîndar bûn.

Tîmên tenduristiyê birîndaran bi ambûlansan birin nexweşxana dewletê ya navça Besniyê û nexweşxana perwerdê û lêkolînê ya Semsûrê. Rewşa birîndarekî xedar e.

Her 4 cenaze ji bo otopsiyê birin nexweşxana dewletê ya navça Besniyê.

Parve bike: