Kurdistan
Li Semsûrê du malbat pevçûn: 7 binçavkirin
PeyamaKurd – Li bajarê Semsûrê li taxa Baxçecîkê di navbera du malbatan de pevçûn derket. Sedema pevçûnê nehat zanîn lê pevçûn di wextekî kurt de bû şer û bi demançe, kevir û daranlihev xistin. Polîs diçin ciyê bûyerê û mudaxele bi şer dikin.
Kesên tevlî şer bûne Mikail. B., Hakan. U., Abdullah. U., Muzaffer. A., Abdullah. S., Mehmet A. û Musa. A. ji aliyê polîs de hatin binçavkirin. Piştî kontrola doktor wan birin baregeha asayîşê bo îfadeyan.
Lêpirsîna li ser bûyerê ji aliyê polîs de têkirin û dewam dike.