Kurdistan
Li Semsûrê erdhej çêbû!
PeyamaKurd – Li navçeya Golbaşiya Semsûrê bi lerza 5an erdhejek pêk hat. Erdhej li parêzgehên derdorê jî hat hîskirin.
Li gor agahiya ku ji teref Serokatiya Rêvebiriya Rewşa Afet û Lezgîniyê (AFAD) ve hat dayîn, li Golbaşiya Semsûrê bi lerza 5an erdhejek pêk hat.
Hat ragihandin ku erdhej di saet 05.51an de çêbûye, kûrahiya wê jî 8.51 kîlometre hatiye tomarkirin.
Erdhej li bajarên derdorê jî hat hîskirin.