TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Sengalê di goreke komî de 124 meyt hatin derxistin

Admin L
Nivîskar
📅 07 mijdar 2020 19:29

PeyamaKurd – Li Şengalê di goreke komî de, 124 meyt hatin derxistin.

Li gor zanyariyan, 124 meyt di goreke komî de li qeza Şengalê hatine derxistin û hemû bo bijîşkê dadî yê Bexdayê hatine şandin ku nasnameyên wan bên aşkera kirin.

Zanyarî destnîşan dikin, piştî dest bi vekirina gorên komî li gundê Sulax û Koço hatiye kirin, heta nuha li gundê Koço 31 meyt hatin derxistin. Li Sulaxê jî 89 meyt di goreke komî de hatin derxistin û 4 meytên qurbaniyên jenosîda Şengalê jî nêzîk pêşengeha Şengalê hatin dîtin. Bi giştî 124 meyt hatin derxistin. Hemû jî bo bijîşkê dadî yê Bexdayê hatin şandin, ku nasnameyên wan bên eşkera kirin, testên DNA bo wan bên kirin.

Herwiha  li gor hat diyarkirin, karê lijneya vekirina gorên komî li Şengalê vê qonaxê de bi dawî hat, 17 rojan kar li ser vekirina gorên komî li Şengalê hate kirin. 124 meyt ji gorên komî hatine derxistin.

Heta nuha li Şengalê 80 gorên komî hatine dîtin. Sala 2014ê ji aliyê terorîstên DAIŞê ve xelkê Şengalê yên ku hatin gulebarankirin, di wan goran de hatin veşartin. Di qonaxa yekem de, 17 gorên komî hatibûn vekirin û 235 meyt ji wan hatibûn derxistin. Heta nuha nasnameya 62 qurbaniyên nav wan gorên komî de hatine eşkerekirin.

 

 

Parve bike: