TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li ser bernameya çaksazî ya Pêsmerge civîneke avaker hat lidarxistin

Admin L
Nivîskar
📅 15 adar 2021 17:30

PeyamaKurd – Balyozê Giştî yê Hollandayê li Hewlêrê Hans Akerboom, li ser Twîtterê bi peyamekê, qala bernameya çaksazî ya hêzên Pêşmerge dike.

Li gor twîta Balyozê Giştî yê Hollandayê li Hewlêrê Hans Akerboom, wan li ser bernameya çaksazî ya Pêşmerge bi şêwirmendên leşkerî û dîplomasî yên Brîtanya, Amerîka, Almanya û Hollandiyê re civîneke avaker li dar xistine.

Balyozê Giştî yê Hollandayê da zanîn: "Girîng bû ku em li ser hewldanên çaksaziyê û çawanîya avêtina gavên din yên di wî alî de biaxivin."

Piştî şerê li dijî DAIŞê, hêzên Hevpeymaniya Navdewletî bi rêya bernameyekê, dest bi rahênankirina hêzên Pêşmerge kirin û pişt re jî bernameyeke çaksaziyê di nava refên hêzên Pêşmerge de ragihandin. <

>
Parve bike: