Kurdistan
Li ser êrîsa ser PDK ê û sewitandina ala Kurdistanê 15 kes hatin binçavkirin
PeyamaKurd – Konseya Ewlekariyê ya Iraqê di bin serokatiya serokwezîr Mustafa Kazimî de bilez civiya û êrîşa ser baregeha PDK ê û şewitandina ala Kurdistanê bi tundî şermezar kir. Di civînê de biryara lêpirsîna bûyerê hat dayîn û 15 kes li ser bûyerê hatine binçavkirin. Di parastina avlehiyê de îhmal heye an na, wê bê lêpirsîn bêkirin û di derbarê êrîşkeran de pêvajoya lêpirsînê destpêbike. Di beyana konseya ewlekariyê de weha hat gotin:
“ Ew kesên ku dixwazin hêza dewletê û qanûnan bişkênin, wê li hemberê wan her tedbîr bên sitendin.”
Di beyanê de hat gotin ku bangê li hemû terefan dikin da çareseriya arîşeyan di rêya siyasetê û diyalogê de bêkirin.