TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li ser fermana Serokwezîr hemû welatî dê werin derzîkirin

Admin L
Nivîskar
📅 16 nîsan 2021 14:32

PeyamaKurd – Rêveberiya Giştî ya Tendirustiya Hewlêrê, li ser dabeşkirina derziya Koronayê, daxuyaniyek belav kir û diyar kir, li ser raspardeya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, proseya derzîkirinê berdewam dibe, da ku bi wekhevî hemû welatî derziyê werbigrin.

Tendirustiya Hewlêrê bi daxuyaniyekê daxwaz ji welatiyan kiriye, da ku ji bo wergirtina derziyê, navê xwe bi rêya online tomar bikin.

Herwiha daxwaz dike, bêyî tomarkirina navê xwe, kes serdana navendên derzîkirinê nekin.

Rêveberiya Giştî ya Tendirustiya Hewlêrê destnîşan kiriye, hemû cûreyên derziya biryardayî û li ber dest, bi silamet in û ji bo bikaranînê baş in.

Parêzgariya Duhokê jî daye zanîn, li ser fermana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî hemû welatî dê werin derzîkirin û divê hemû welatî bi rêya online navê xwe ji bo wergirtina derziyê tomar bikin.

Parve bike: