TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li ser îtîraza MHPê li Qersê deng ji nû ve hatin jimartin: Dengê HDPê zêde bûn

📅 03 nîsan 2019 17:06

PeyamaKurd - Li Qersê li ser daxwaza pêdeçûnê ya Partîya Tevgera Neteweperest (MHP) dengên 170 sindoqan ji nû ve hatin jmartin û di encama wê pêdeçûnê de jî dengê Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) zêde bûn.

Namzedê Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) Ayhan Bilgen, di hejmartina nû de 11 dengên din zêde kir û hejmara dengên wî bû 12 hezar 192. Hejmara dengên namzedê MHPê 30 deng kêm bû û daket 10 hezar 954an.

— Ayhan Bilgen (@ayhanbilgen) 3 Nisan 2019
Tê çaverêkirin ku Ayhan Bilgen îro çarşemê yan jî sibê mezbata xwe bistîne û dest bi kar bike.

Hêjayî gotinê ye ku Şaredariya Qersê di destê MHPê de bû û di hilbijartinên 31ê adarê de jî AKP, MHP û Iyi Partiyê li dijî HDPê tifaqa xwe kiribûn yek lê dîsa HDP bi ser ketibû.

Parve bike: