Kurdistan
Li ser rêya Diyarbekir û Egilê qeza: 10 birîndar
PeyamaKurd – Mînîbusa ku karekeran hildigirt li ser rêya Diyarbekir û navçe ya Egilê bi otomobîlekî re lihev ketin û di encamê de 10 karker birîndar bûn. Bûyer ber destê êvarê çêbû. Di nava birîndaran de ajotvanê otomobîlê Mehmet Kadri Kurt û yê mînîbusê Aydın Ayyıldız heye.
Li ser qezayê tîmên tenduristiyê û jendirmeyan çûn ciyê bûyerê. Birîndaran birin nexweşxaneyên bajarê Diyarbekirê.
Li ser qezayê lêpirsîn hat destpêkirin.