TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li ser rêya Gölbaşı-Pazarcıkê qeza çêbû, 3 kes mirin û 4 kes birîndar bûn

Admin M
Nivîskar
📅 29 gulan 2026 22:29

PeyamaKurd – Li bajarê Semsûrê (Adıyaman) li ser rêya navçên Gölbaşı û Parzacıkê, 2 otomobîl bi serî li hev ketin, di encamê de ji heman malbatê 3 kes mirin û 4 kesên din jî birîndar bûn.

Ajotvan Serkan S. (27) dema di rêya Gölbaşı-Pazarcıkê de diçû, bi otomobîla ku Veysel C. (45) dajot re bi serî li hev ket. Di qezayê de bi Veysel C. re di otomobîlê de  Aysel Coşkun (39), Muhammed Burak Coşkun (14), Emir Mirza C. (12) û Deniz Aren Coşkun (1) giran birîndar bûn. Ajotvanê dinê Serkan S. Buse K. (24) jkî di otomobîla xwe de birîndar bûn.

Li ser qezayê tîmên tenduristiyê, cendirme û îtfaiyê çûn ciyê qezayê. Birîndaran birin nexwexanên nêz yên bajaran. Ji heman malbatê Aysel Coşkun, Muhammed Burak Coşkun û Deniz Aren Coşkun li nexweşxanê can dan.

Parve bike: