TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li ser sînorê Îran û Tirkiyê kolberek hat kustin û 2 jî birîndar bûn

📅 25 gulan 2020 14:09

PeyamaKurd – Duh bi şev 24ê Gulanê di yekemîn roja cejna Remezanê de, hêzên Îranê li ser sînorê Umriyê gulle berdane kolberên Kurd û di encamê de kolberekîî jiyana xwe ji dest û 2 jî birîndar bûn.

Li navçeya navçeya Soma u Biradost a Urmiyê, hêzên Îranê êrîşî karwaneke kolberên gundê Koranê ku dikeve ser sînorê Rojhilat û Bakurê Kurdistanê, kirin û teqe li wan kirin û di encamê de kolberekî Kurd jiyana xwe ji dest da û  2 kolberên din jî birîndar bûne.

Hat zanîn ku her sê kolber gundê Koronê û ji heman malbatê bûn. Kolberê ku hatiye kuştin, navê wî Erselan Ehmedî ye û du kolberên din jî ku birîdnar bûne, bi navê Toran Ehmedî û Ridvan Ehmedî ne ku birayên hev in.

Parve bike: