Kurdistan
Li Serê Kaniyê serekî dijwar derket
PeyamaKurd – Di navbera komên çekdar de li Serê Kaniyê, şer û pevçûnên dijwar derketin.
Li gor çavkaniyên xwecihî, di navbera komên çekdar ên bi navên Şikûr El Şam û Siltan Murad de, şer û pevçûnên dijwar derketin.
Zanyarî destnîşan dikin, di wan şer û pevçûnan de komên çekdar li hemberî hev çekên giran jî bikar anîn.
Herwiha ji ber şerê her du koman, du guleyên hewanê li Serê Kaniya ser bi Rihayê ve ketin.
Ji ber ku her du gule li zeviyeke derveyî bajar ketin, ziyaneke wan nebûye.
Hat eşkerekirin, derbarê zirar û ziyanan de jî heta niha zanyariyek nehatiye belavkirin.