TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Serhedê hişyariya bobelat û bayê xwurt dan: Leza bayê 50-70 km

Admin M
Nivîskar
📅 23 nîsan 2026 00:00

PeyamaKurd – Rêvebiriya Metorolojiya beşa 12.em, ji bo bajarên Serhedê yên Erzerom, Ezirgan, Bayburt û Ardaxanê hişyariya bobelatê (firtûne) û baya xwurt da. Metorlojiyê got ku wê leza bayê di yek seetekî de di navbera 50-70 km.yan de be.

Metorolojiyê ragihand ku wê firtûne sibê serê bibê destpêbike, bayê xwurt wê ji aliyê Başûrê bajarên navborî de were û li ciyê bilind wê leza bayê di seetê de bigihê heya 80 km yî.

Rayedar bo welatiyan gotin ku bi sedema şertên nexweş yên hewayê dê di gihandinê de kêmasiyan bike, dibe ku banên xaniyan sac û alavên wan bifirin, jehrbûna soba û xazê jî dibe bibin û divê welatî tedbîrên xwe li gor van agahiyan bistînin.

Parve bike: