Kurdistan
Li Sêrtê 3 gund û 5 mezra xistin karantînayê
PeyamaKurd- Li bakûrê Kurdistanê li bajarê Sêrtê li navçe ya Şêrwanê 3 gund û 5 mezra, bi sedema koronavîrusê xistin karantînayê. Li gor ragihandina parêzgeha bajarê Sêrtê li Şêrwanê navenda gundê Cewîzlikê û mezrayên bi ser ve girêdayî yên bi navên Hate, Ewsel, Xidirxan, Bombat û gundê Kesmetaş tevî mezra wê Bîstan tevî gundê Oya yê xistine karantînayê.
Gund û mezrayên navborî wê di navbera rojên 11 ê nîsanê û 25 ê nîsanê de di bin karantînayê de bin. Parêzgeh dibêje ku hemû pêdiviyên wan wê bên temînkirin lê divê li pey biryara karantînayê herin.