TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Sêrtê 3 kes ji parvekirinên medya civakî hatin binçavkirin

Admin H
Nivîskar
📅 26 berfanbar 2018 22:33

PeyamaKurd - Li bajarê Sêrtê yê Bakurê Kurdistanê, bi hinceta ku li ser medya civakî bi parvekirinên xwe propagandaya terorê kirine, 3 kes hatin binçavkirin.

Parêzgariya Sêrtê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku li navçeya Misircê (Kurtalan) a Sêrtê Cendermeyan bi ser malan de girtiye û 3 kes bi îdia û hinceta parvekirinên medya civakî hatine binçavkirin.

Hat zanîn ku lêpirsîna wan kesan li navenda Cendermeyan berdewam dike û di lêgerîna malan de cendermeyan dest daniye ser kelûpelên li malên wan kesan.

Parve bike: