Kurdistan
Li Sêrtê êrîsa çekdarî: Kesek hat kustin, yek jî birîndar bû
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li navçeya Misircê ya bajarê Sêrtê yê Bakurê Kurdistanê, di encama êrîşeke çekdarî de kesek hat kuştin û kesekî din jî birîndar bû.
Li gorî zanyariyan, hin kesên nasnameya wan nehatiye tespîtkirin li ser rêya gundê Yêşîlyurtê êrîşî otomobîla ku Erdî Uluşik (23) û Abdulselam Uluşik tê de bûn kirin
Hat zanîn ku Erdî Uluşikê birîndar bûbû li Nexweşxaneya Dewletê ya Misirê can daye û kesên din jî di bin tedawiyê de ye.
Derbarê bûyera ku hîn sedema wê nehatiye zanîn de lêkolîn hatiye destpêkirin.