Kurdistan
Li Sêwerekê 17 koçber hatin girtin
PeyamaKurd – Li bajarê Rihayê li navça Sêwerekê ji bo ser koçberan operasyon hat kirin û di encamê de 17 koçber hatin girtin. Koçber Afxanî ne û xwe di nav arazî de vedişartin. Li gor îfadeyên koçberan, ew ji Diyarbekirê bi lingan çûne heya Sêwerekê ku dike 90 km. Koçber di ser Îranê de çûne heya Sêwerekê.
Li gor îfadan; wê jinên wan li pey wan bi otobusan werin. Îfadên koçberan wê li baregeha Asayîşa Sêwerekê bê sitendin û paşî wan teslîmê Rêvebiriya Koçê ya Rihayê bikin.