Li Silêmaniyê dîdara YNKê tê lidarxistin
PeyamaKurd – Li Silêmaniyê îro dîdara Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) tê lidarxistin û biryar e di vê dîdarê de YNK du biryarên sereke bide.
Li gor zanyariyan, dîdara YNKê îro 28ê Gulana 2022yan li Hola Werzişê ya Pêşmerge ya li Silêmaniyê dest pê dike û biryar e heta 1ê Hezîranê bîranîna damezrandina partiyê berdewam bike. Wê di dîdarê de nêzîkî çar hezar kadro û endam û hemû endamên polîtburo û serkirdetiya YNKê dê beşdar bibin.
YNKê piştî bûyerên 8ê Tîrmeha 2021ê ku Hevserok Lahûr Cengî û hejmarek endamên serkirdetiyê ji YNKê hatin derkirin, pêşniyar kir ku dîdarek were lidarxistin û ji bo wê jî çend lijne hatin pêkanîn, da ku raportan li ser hemû sektoran amade bikin, biryar e di vê dîdarê de ew raport werin xwendin.
Hat ragihandin ku YNK di vê dîdarê wê de du biryaran bide, yekem; peyrew û programa partiyê wê were sererastkirin û guhertin, duyem; Bafil Talebanî wê bi fermî bibe Sekreterê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê û biryara hevserokatiyê hilweşîne.