TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Silêmaniyê erdhej çêbû

Admin L
Nivîskar
📅 16 nîsan 2022 14:29

PeyamaKurd Li 19 kîlometre dûrî başûrê rojhilatê Silêmaniyê, vê sibê erdhejeke bi hêza 2.9 pileyî çêbû.

Li gor zanyariyên ji malperên cîhanî yên keşnasî û erdhejê hatine belavkirin, erdhej di saet 06:19an de nêzîkî nahiya Erbet a ser bi parêzgeha Silêmaniyê qewimiye.

Herwiha hat eşkerekirin, erdhejê 19 kîlometre dûrî başûrê rojhilatê bajêr, di kûrahiya 11 kîlometreyan de çêbûye.

Parve bike: