TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Silopî bombe bi mînîbusê de hat teqandin: 2 birayan can da

Admin H
Nivîskar
📅 05 gulan 2019 18:30

PeyamaKurd - Li Silopiyê di encama teqîna bombeyeke vedayî de 2 birayan jiyana xwe ji dest da.

Hat ragihandin ku li navçeya Şirnexê Silopiyê dema derbasbûna mînîbûsa xwendekaran bombeyeke li ser rê hatibû bicîkirin teqiyaye û di encamê de du birayan jiyana xwe ji dest dane.

Li gorî medya tirk bûyer beyaniyê li nêzîkî gundê Uyanikê rû daye û gelek tîmên hawarçûnê û cenderme çûne cihê bûyerê.

Hat zanîn şifêrê mînîbusê Servet Bilen (28) û birayê wî Diyar Bilen (13) tevî hemû mudaxeleyên pizîşkî jî canê xwe ji dest dane.

Parve bike: