TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Sinê du çalakvanên sivîl ên Kurd hatin girtin

Admin H
Nivîskar
📅 26 nîsan 2021 00:21

PeyamaKurd – Hat ragihandin, li bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê du çalakvanên sivîl ên Kurd ku çalakvanên jîngehparêz in hatin girtin û bo cihekî nediyar hatin veguhestin.

Li gorî zanyariyan, du çalakvanên sivîl bi navên Merziye Xulaweysî û Sîrwan Ebdullahî ku xelkê bajarê Sine ne, doh 24ê Nîsanê ji aliyê hêzên Îranê ve hatin girtin û ew birine cihekî nediyar.

Hat zanîn ku hêzên Îranê bêyî ti belgeyên yasayî, her du çalakvanên Kurd ku dayik û kurê wê ye li nav mala wan girtine.

Parve bike: