TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Sirnexê ji bo 10 rojan qedexeya çalakiyan hat ragihandin

Admin H
Nivîskar
📅 17 îlon 2023 12:23

PeyamaKurd – Li bajarê Şirnexê yê Bakurê Kurdistanê, ji bo deh rojan qedexeya her cûre çalakiyên cemawerî hate ragihandin.

Parêzgariya Şirnexê bi daxuyaniyekê ragihand ku ji bilî merasîm û bernameyên fermî, li Şirnex û navçeyên wê yên wek Cizîr û Silopiyê ji bo deh rojan biryara qedexeya her cûr çalakiyên girseyî yên wekî meş, xwepêşandan û daxuyaniyên çapemeniyê hatiye dayîn.

Hate diyarkirin ku qedexe ji 16.09.2023 demjimêr 00:01 heta 25.09.2023 demjimêr 23:59 10 rojan dewam dike.

Hêjayî gotinê ye, doh 16ê Îlonê jî parlamenterên YSP-HDPê jî di nav de, ji bo piştgiriya PKKê li Silopiyê xwepêşandanek hatibû lidarxistin ku rastî destwerdana hêzên ewlehiya Tirkiyê hatibû.

Parve bike: