TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Sirnexê zarokekî 11 mehî ku bi koronayê ketibû bas bû

📅 22 nîsan 2020 15:48

PeyamaKurd - Li navçeya Cizîrê ya Şirnexa Bakurê Kurdistanê zarokekî 11 mehî bi navê Ozgur Oguş piştî ji ber nexweşiya vîrusa koronayê ya nifşê nû (Covîd-19) baş bû ji nexweşxaneyê derket.

Ozgur Oguş ê ku agirê laşê wî zêde bû 16 roj berê gihandin Nexweşxaneya Dewletê ya Dr. Selahaddîn Cîzrelioglu ya Cizîrê. Li nexweşxaneyê testa wî hat kirin û hat tespîtkirin ew bi vîrusa koronayê ketiye.

Piştî çareseriya wî hat kirin ew di hembêza dayîka xwe Perîhan Oguş de bi çepikên bijîşkan û peresteran ji nexweşxaneyê derket.

Bijîşk Caner Îşkorur ji dayikê re got divê ew û kurê wê 14 rojan ji malê dernekevin û di karantînê de bimînin.

Parve bike: