Kurdistan
Li Soranê pêsmergeyekî PDK-Îyê hat kustin!
Pêşmergeyê Partiya Demokratî Kurdistan a Îranê (PDK-Î) Ehmed Îranî îro li Soranê hat kuştin.
Nûnerê PDK-Îyê Mihemed Qadirî ragihand ku îro seet li 06:00ê sibehê Ehmed Îranî yê Nexedî li Rojhilatê Kurdistanê, li qezaya Soranê bi êrîşeke terorîstî hate kuştin. Qadirî got ku Pêşmerge ji bo serdanekê hatibû Başûrê Kurdistanê.
Di van sê mehên dawî de sê pêşmergeyên PDK-Îyê hatin kuştin.