Li Stenbolê 5 alîgirên Demirtas hatin desteserkirin
PeyamaKurd - Ji Xwepêşanderên ku daxwaza dermankirina Selahattin Demirtaş kirin 5 kes ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatin desteserkirin.
Ji ber nexweşiya Heveserokê Berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattin Demirtaş çend alîgirên Demirtaş li Taksîmê Stenbolê duh êvarê xwepêşandanek encam dan û daxwaz ji hikûmetê kirin ku ew bo nexweşxaneyê bê veguhestin were dermankirin.
Li gor nûçeyên ajansên medyaya Tirkiyê, hêzên ewlekariyê rê li ber xwepêşandanan girtine û 5 xwepêşander hatine desteserkirin.
Parêzer û xwişka Selhattin Demirtaş, Aygul Demirtaş Gokalp li ser hesabê xwe yê medya civakî Twitterê belav kiribû ku rewşa tendirustiya Demirtaş baş ne baş e û rêveberiya girtîgehê destûr nedaye ku Demirtaş bo nexweşxaneyeka din bê veguhestin.
Piştî wê daxuyaniya Aygul Demirtaş, derbarê rewşa tenduristiya Demirtaş de gelek kesan nerazîbûnên xwe anîbûn ziman û Selahattin Demirtaş bo Nexweşxaneya Zanîngeha Edirneyê hatibû veguhestin û li wê derê hatibû dermankirin.