Kurdistan
Li Stewrê du malbat pevçûn: 2 kustî
PeyamaKurd – Li bajarê Mêrdînê li navça Stewrê (Savur) li taxa Reşîdiyê (Üçkavak) du malbatên ku di navbera wan de nexweşî hebû di çekan lihev xistin û di encamê de du kes birîndar bûn.
Li ser agahdarkirina tîmên tenduristiyê, tîmên tenduristiyê çûn ciyê bûyerê û dîtin ku kesên bi navên İdris Sidar û Mehmet Genç birîndarin. Tîm wan birin nexweşxana derwletê ya Stewrê lê her dû jî li nexweşxanê can dan.
Tîmên cendirmeyan li taxê tedbîrên asayîşê sitendin da bûyerzêde nebe.