Kurdistan
Li Stewrê pistî operasyonê agir bi zeviyan ket
PeyamaKurd – Li hejmarek gundên dorûbera navçeya Stewrê ya Mêrdînê, piştî operasyona leşkerî agir bi zeviyên gundiyan ket ku ji şevê din ve hîn agir nehatiye vemirandin.
Li gorî zanyariyan piştî operasyonên leşkerî şeva borî agir bi gundên Stewrê yên; Ewîna Cirzê, Quzerib, Ewîna û Dêrîşê ketiye û li gorî saloxên gundiyan piştî dengê çekan agir derketiye.
Gundiyên ku xwestina agir vemirînin ji aliyê Qereqola Cendermeyan ve hatine astengkirin û tê ragihandin ku hê jî şewat berdewam e.