Li Sûriyê piştî 60 salan 10 hezar Kurdan mafê hemwelatîbûnê wergirt
PeyamaKurd - Wezareta Navxwe ya Sûriyeyê ragihand ku di çarçoveya biryarnameya bi hejmar 13 a sala 2026an de, wan dest bi wergirtina serlêdanên wan welatiyên Kurd kiriye ku bi dehan sal in ji mafê nasnameyê bêpar hatibûn hiştin.
Li gorî daxuyaniya fermî heta niha serlêdana 2 hezar û 892 malbatan hatiye tomarkirin ku ev yek bi giştî 10 hezar û 516 kesan li xwe digire.
Di nav amaran de hat diyarkirin ku rêjeya herî bilind a serlêdanan li parêzgeha Hesekê (Hisîçe) bi tomarkirina 2 hezar û 772 malbatan pêk hatiye.
Piştî Hesekê jî bi 75 serlêdanan Heleb, bi 32 serlêdanan paytext Şam û li pey wan jî hinek serlêdan li Reqa û Dêrezorê hatine kirin.
Navendên tomarkirinê ku ji meha Nîsanê ve deriyên xwe vekirine, karên xwe li 5 parêzgehan berdewam dikin û her çiqas di destpêkê de mehek hatibe diyarkirin jî, dibe ku ev dem were dirêjkirin.
Hêjayî bibîrxistinê ye, ev pêngava nû, wekî pêngaveke girîng ji bo çareserkirina birîneke kûr a 60 salan tê dîtin ku di serjimêriya 1962yan de mafê hemwelatîbûnê ji bi hezaran Kurdan hatibû standin.