TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 223 kesên din bi koronayê mirin

Admin H
Nivîskar
📅 17 gulan 2021 00:55

PeyamaKurd – Wezareta Tenduristiya Tirkiyê, tabloya 16ê Gulanê ya 24 saetên dawî ya rewşa vîrusa koronayê li Tirkiye û bajarên Bakurê Kurdistanê eşkere kir.

Li gorî amarên wezaretê belav kirine, di 24 saetên borî de 223 kesên din bi koronayê mirine û 10 hezar û 512 pêketiyên nû hatine tomarkirin.

Herwiha hat eşkere kirin ku hejmara pêketiyan ji destpêkê heta niha gihîştiye 5 milyon û 117 hezar û 374 kesan û hejmara mirinan jî bûye 44 hezar û 760 kes.

Parve bike: