Kurdistan
Li Urmiyê 3 kesan di lehiyê de can da
PeyamaKurd - Li bajarê Urmiye yê Rojhilatê Kurdistanê ku şeve din ji ber barana zêde lehî rabû, hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane zêde bû.
Şevê din di encama lehiyê de 2 kesan can dabû û 6 jî birîndar bûbûn.
Hate ragihandin ku îro danê sibehê jî termê kesekî din hatiye dîtin û hejmara miriyên lehiyê gihîştiye 3 kesan.
Xebatên lêgerînê kesekî din ê winda jî hîn berdewam dikin.