TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Wan û Dersîmê qerentîneya vîrusa korona

Admin H
Nivîskar
📅 29 adar 2020 16:32

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li bajarên Wan û Dêrsimê yên Bakurê Kurdistanê ji ber belavbûna vîrusa koronayê, hejmarek gund, tax û navçe hatine qerentîne kirin.

Li bajarokên Elbak, Çaldiran û Şax ên ser bi parêzgeha Wana Bakurê Kurdistanê, 2 tax û 2 navçe, li parêzgeha Dêrsimê jî gundekî ser bi bajarokê Mazgêrdê ve hatin qerentîne kirin.

Li navçeya Mazgird a Dêrsimê jî gundê Riçik hatiye qerentînekirin. Piştî ku malbatek ji Stenbolê vegeriya ye û du endamên wê malbatê bi vîrûsa koronayê ketine, ew gund bi temamî hatiye qerentîne kirin.

Parve bike: