TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Wan û Semsûrê li pey hev erdhej

Mustafa Turan
Nivîskar
📅 25 adar 2024 18:06

PeyamaKurd - Hate ragihandin ku li bajarên Bakurê Kurdistanê Wan û Semsûrê, li du hev erdhej pêk hatine.

Hate zanîn ku erdheja li Wanê, li derdora gundê Kaymaklî û ya li Semsûrê jî li navçeya Aksu-Sîncîkê pêk hatine.

Navenda Çavdêriya Erdhejê ya Kandiliyê û Enstîtuya Lêkolîna Erdhejê ya Zanîngeha Bogazîçiyê bi ser hesabên xwe yên medyaya civakî ragihandin ku li Wan û Semsûrê 2 erdhejên bi lerza 3,4 û 3,3an pêk hatine.

 

Li gor daneyên Çavdêriya Kandilliyê, îro di demjimêr 13:43yan de li Wanê erdhejek bi kûrahiya 9,6 km ku navenda wê devera Kaymakliyê ye pêk hatiye.

Her wiha li gor Kandilliyê, li Semsûrê di navbera Aksu û Sîncîka de jî, bi lerza 3,3an erdhejek bi pileya 5,7an pêk hatiye.

Di derbarê ziyanên her du erdhejande heta niha ti agahî negihîştin ber destê me.

Parve bike: