Kurdistan
Li Wanê 15 roj qedexeya xwepêsandanê hat danîn
PeyamaKurd- Parêzgeha Wanê bo 15 rojan qedexeya bo meş, xwepêşandan, ragihandina çapemeniyê û tevgera rûniştinê danî. Biryara parêzgehê wê ji 28 ê hezîranê û pêde bê bicîhanîn û 15 roj dewam dike.
Di ragihandina parêzgehê de biryar ji 28.06.2019an destpêdike û heya roja 12.07.2019an jî di nav de, li navenda Wanê û navçeyên bi ser Wanê de, dê tevgerên li jorê neyên kirin û kirina wan hatiye qedexekirin.