Kurdistan
Li Wanê 199 koçber hatin girtin
PeyamaKurd – Li bajarê Wanê yê bakûrê Kurdistanê fermandariya cendirmeyan ya alaya Wanê, piştî xebatên dûr û dirêj operasyon kirin ser koçberan û organîzatorên wan. Di operasyonê de 13 organîzator û 199 koçber hatin girtin. Di mijarê de parêzgeha bajarê Wanê weha got:
“Di navbera 4-10ê Adar a 2024an de, bi serpereştiya serdozgeriya Wanê, di çarçova berlêgirtina qaçaxçîtiya koçberan û mirovan de, di 30 bûyeran de 199 koçber hatine girtin û di derbarê 13 qaçaxçiyan de kiryarên qanûnî hatine kirin. Wê xebatên me dewam bikin.”