TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Wanê erdhej çêbû

Admin H
Nivîskar
📅 06 gulan 2021 17:21

PeyamaKurd - Li bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê îro danê nîvro erdhejeke bi hêza 3,8 a pileya rixterê çêbû.

Çavdêrxaneya Kandîlliyê ya Zanîngeha Bogazîçî ya Tirkiyê ragihand ku navênda erdhejê Taxa Guvencelî ya navçeya Tûşba ya Wanê ye.

Herwiha hat diyarkirin, erdhej 5 kîlometre di kûrahiya erdzemînê de rû daye û pileya wê 3.8 bûye.

Li navênda bajêrê Wanê û navçeya Tûşbayê erdhej hatiye hîskirin.

 

Parve bike: