TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Wanê erdhej çêbû

Admin L
Nivîskar
📅 01 sibat 2022 14:29

PeyamaKurd  Parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê, îro bi hêza 3.9 pileyî hejiya.

Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD) da zanîn, vê sibê Sêşemê 1ê Sibata 2022ê di saet 04:54an de, erdhejek bi hêza 3.9 pile, li bajarokê Tuşba yê ser navenda parêzgeha Wanê çêbûye.

Hat eşkerekirin, erdhej bi kurahiya 12.87 kîlometre di bin erdê de çêbûye û li navçeyên din ên Wanê hatiye hestkirin. Heta niha derbarê zerar û ziyanên erdhejê de tu zanyarî nehatine belavkirin.

Parve bike: