TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Wanê erdhejeke bi tundiya 4,1 rû da

Admin H
Nivîskar
📅 10 tîrmeh 2022 18:12

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku îro danê nîvro li bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê bi erdhejeke pileya 4,1an hejiya.

Serokatiya Rêvebirina Rewşa Bilez û Karesatan (AFAD) a Tirkiyê, belav kiriye ku erdhej li derdora demjimêr 12:37an li bajarê Wanê rû daye û tundiya wê jî 4.1 e.

AFAD diyar kiriye ku navenda erdhejê 19.4 kîlometre dûrî navenda bajarê Wanê ye û 8.2 kîlometre di bin erdê de rû daye ku ti ziyan nehatine ragihandin.

Parve bike: