Kurdistan
Li Wanê ji ber koronayê kesekê canê xwe ji dest da
PeyamaKurd – Li navçeya Miksa Wanê keseke 70 salî ji ber koronayê (Covid-19) canê xwe ji dest da û hevjînê wê û kurê wê jî xistin bi çavdêriyê.
Welatiya bi navê Haci Guri S û hevjînê wê M.S hefteyek berê li Stenbolê beşdarî dawetekê bûbûn û piştre vegeriyabune Miksê. Haci Guri S. Ya ku nexweşiya wê ya kronik hebû ji ber enfeksiyonên gribal rakiribûn nexweşxaneyê.
Di encama pişkinînan de derket holê ku testa Haci Guri S. Pozîtîf e û li ser vê yekê ew li nexweşxaneyê di bin çavdêriya pizîşîkî de li nexweşxaneya Wanê dihat razandin.
Hacı Guri S. Dema li nexweşxaneyê di bin çavdêriya pizîşkî de bû ji ber koronayê jiyana xwe ji dest da.