TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Wanê kamyonet welgeriya, 1 mir û 17 birîndar

Admin M
Nivîskar
📅 02 tebax 2020 02:33

PeyamaKurd- Li bajarê Wanê li navçeya Gurpinarê li Zozanê Bedelê kamyoneta ku karkerên miya didoşin dibir, welgeriya (qelibî) û di encamê de kesekî mir û 17 kes birîndar bûn. Di nav 17 birîndaran de halê 3 kesan nexweşe.

Qeza ber destê êvarê çêbû. Piştî qezayê tîmên tenduristiyê û polîs çûn ciyê bûyerê. Piştî mudaxelekirina ewilî ya tîmên tenduristiyê, birîndaran şandin nexweşxaneyên Gurpinarê ya dewletê û nexweşxane yên Wanê.

Cenazê kesê mirî şandin morgê lê kesê ku erebê dajot nasnameya wî diyar nîne.

Parve bike: