TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Wanê mayîn bi leskeran de teqiya: 1 kustî, 1 birîndar

Admin H
Nivîskar
📅 18 tîrmeh 2022 21:35

PeyamaKurd - Wezareta Navxwe ya Tirkiyê îro 18ê Tîrmehê ragihand ku li bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê mayîn bi leşkerên diçûn operasyonê de teqiyaye û leşkerekî can daye û yek jî birîndar bûye.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin, li navçeya Şax a bajarê Wanê mayînek teqiya û di encamê de leşkerekî can daye û leşkerek jî birîndar bûye.

Artêşa Tirkiyê li navçeyên Wanê dest bi operasyoneke leşkerî ya bi navê Eren Dorpêç-22 kiriye ku ew operasyon hîn dewam dike.

Li aliyê din doh 17ê Tîrmehê jî Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê eşkere kiribû, leşkerekî wan di operasyona “Pence-Kilîl” a nav sînorên Herêma Kurdistanê de hatiye kuştin.

Parve bike: