Kurdistan
Li Wanê qedexeya çalakiyan carek din hat dirêjkirin
PeyamaKurd – Li Wanê qedexeya çalakiyan ku piştî helwdana Darbeya Leşkerî ya 15ê Tîrmehê hat îlankirin, carek din heta 15 rojan hat dirêjkirin.
Parêzgariya Wanê, qedexeya çalakiyan a ku di sala 2016an de piştî helwdana Darbeya Leşkerî ya 15ê Tîrmehê li Wanê îlan kiribû, bi hinceta "ewlehiyê" ji bo 15 rojan careke din dirêj kir.