TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Wanê termê penaberekî Afgan hat dîtin

Admin H
Nivîskar
📅 05 tebax 2021 22:56

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li navçeya Bêgiriyê (Muradiye) ya bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê penaberekî afgan ê 20 salî mirî hat dîtin. 

 Hat zanîn ku li herêma Xûmus a navçeya Bêgiriyê ya Wanê, termê penaberekî afgan ê 20 salî ji aliyê şivanekî ve hatiye dîtin.

Piştî ku şivan rayedar agahdar kirine, timên şaredariyê cenaze ji bo otopsiyê rakirine morga Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Herêma ya Wanê.

Derbarê sedema mirina wî penaberî de ti agahiyek nehatiye belavkirin.

Hêjayî gotinê ye, her roj bi sedan penaberên ciwan ên afganî ku ji ber Talîbanê direvin ji ser Îranê ve li sînoran dixin û derbasî Wanê dibin û ji wir jî derbasî bajarên Tirkiyê dibin.

Parve bike: